Hejmarek ji berên rikber û yên îslamî li Heleb û gundewarê wê, îro Înê, bi mebesta amadekariyên şer li dijî hêzên rêjîma Sûrî û mîlîşyeyên alîgirên wê, yekbûnek di navbera xwe de ragihandin.
Serkirdeyekî meydanî ji berên rikberiyê ragihand ku, piştî hewldanên gelek ji oldar û rûsipiyên herêmê, berên çekdar li Heleb û Idlibê yekîtiyek di navbera xwe de damezirandin, da di şerê li dijî rêjîmê de bi yek hêzê bin.
Heman serkirde diyar kir ku, Cebhet El-Nusra, Partiya Îslamî ya Tirkistanî, Ceyş El-Suna, Yekîtiya Îslamî ya Ecnad El-Şam, Lîwayê El-Heq, Feyleq El-Şam û tevgera Ehrar El-Şam di bin navê Ceyş El-Fetih de xwe ragihandin.
Li gorî hin jêderên meydanî ji gundewarê başûrê Helebê ku, Ceyş El-Fetih di rojevê de dest bi amadekariyên şer kir, û bêhtirî 1500 çekdar û 500 canfidayî bi çekên giran li wê herêmê amade bûne.
التعليقات (0)