Lavrov: Beşar El-Esed ne alîgire ji me re

Lavrov: Beşar El-Esed ne alîgire ji me re
Di heyama hewldanên bo rawestandina şer û kuştina ku li Sûriyê çê dibe bi taybet li bajarê Helebê, duh li bajarê Berlînê civîneke çar alî di nvbera wezîrên derve yê Elmanî Şitayên Mayer û yê Ferensî Mark Êrolt herwiha hevrêzkarê desteya rikberiya Sûrî Riyad Hicab û şandeyê NYê sitîvan Dîmistora li dar ket.

Di civîna ku nêzî 5 demjimêran dom kir behsa xalên veguhestina siyasî û avakirina hikûmeteke nû bê Beşar El-Esed û berdewamiya danûstandinên Cinêvê, herwisa damezrandina pilaneke nû bo agirbestê bi taybet li bajarê Helebê.

Di heyama wan civînan de Mosko jî helweseteke nû diyar kir û weke guhertinekê hate binavkirin, dema ku ajansa Rûsî ya nûçeyan li ser zara wezîrê wê yê derve Sêrgî Lavrov ragihand ku Beşar El-Esed ne hevkar û alîgireke ji Rûsiya re herwiha Lavrov ji Dîmistora re tekez kiribû ku behsa çarenivîsa Esed di dema pêş de neyê kirin , û doza berdewamiya danûstandinên Cinêv3 di navbera rikberî û rêjîma Sûrî de kir.

Li himber Mosko, Waşinton jî ta niha li himber êrîş û topbarana firokeyên Rûsî û yên Esed bi ser Helebê de bê denge, û tenê gotinên sist ji wan derket dema ku wezîrê wê yê derve Con Kêrî got ku wê Beşar El-Esed baceya wê topbaran û bobelata Sûriyê bide, lê Kêrî neda diyar kirin bê wê ew bace çi be, gelo xistin û cizakirina Esed be an jî dê temenê Esed hîj dirêjtir bibe.

Li hêleke din û di berdewamiya helwestên wê yên sist û cihê şermê Komkara Erebî di civîneke taybet de ragihand ku ewê gunehkarên topbaran sivîlên Helebê radestî dadgehên navdewletî bikin, lê wê kî navan bide hev û dê kî wan dadgeh bike eger Komkara Erebî ta niha nikare serokekî ji xwere deyîne.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات