DAIŞ dîsa Kilisê bi mûşekan armanc dike

DAIŞ dîsa Kilisê bi mûşekan armanc dike

Hate ragihandin, ku Îro danê sibehê du mûşekên jêdera wan aliyê sînorê Sûrî ye, li nav bajarê Kilîsê, li taxa Yaşar Akturk ketin. 

 

Jêderên xwecehî dane zanîn, ku piştî ketina mûşekan, ambûlans ber bi cîhê bûyerê ve hatine şandin û li gorî zaniyariyên berdest, di encama ketina wan mûşekan de 2 kes birîndar bûne, yek ji wan polîs e.

 

Di van demên dawî de, bi awayekî rojane mûşek li navenda bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê dikevin û li gor agahiyan, ta niha di van êrîşên DAIŞê yên bi mûşekan de bêhtirî 20 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî bi ser 80yî ketiye.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات