Dîmistora û Lavrov li ser agirbestê li tevahiya Sûriyê tekez dikin

Dîmistora û Lavrov li ser agirbestê li tevahiya Sûriyê tekez dikin
Şndeyê NYê bo Sûriyê Sitîvan Dîmistora û di heyama civîna xwe ya li gel wezîrê derve yê Rûsî Sêrgî Lavrov de banga rawestandina şer li Helebê kir.

Dîmistora ji Moskoyê ragihand ku dive şer li seranserî Sûriyê raweste da ku NYê karibe alîkariyên mirovahî derbasî navçeyên dorpêçkirî bike.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Rûsî Sêrgî Lavrov hêviya xwe bo rawestandina şer li Helebê diyar kir.

Lavrov ji Dîmistora re da zanîn ku Mosko li gel Waşinton kar dikin da pilaneke nû bo agirbestê li Sûriyê were damezrandin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات