ENKSê doza xwepêşandanekê li dijî PYDê li Berlînê dike

ENKSê doza xwepêşandanekê li dijî PYDê li Berlînê dike
Nûnertiya Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKSê) li Ewropayê, îro Çarşemê doza derketina xwepêşandanekê li dijî siyasetên PYDê, roja Şemiyê li paytexta Elmanî, Berlîn, ji alîgirên xwe kir.

Di daxuyaniya xwe de, nûnertiya ENKSê got ku, ew di xwecihiya Berlînê de ji miletê Kurd û hevalên wî daxwaz dike ku di roja Şemiyê 7ê vê meha Gulanê de der bikevin xwepêşandanekê li dijî siyasetên PYDê yên zordest di herêmên Kurdî de.

Daxuyanî diyar kir, PYDê pişta xwe bi rêjîma Sûrî û Îranê li dijî miletê Kurd, bitaybetî ENKSê, xurt dike, û di girtin û şewitandina bîroyên partiyên ENKSê de berdewam e, û hemû xêzên sor derbas kiriye, herweha navê nûnerên ENKSê bi îxanetê belav dike, û bi vê yekê alîgirên xwe bo înfazkirina siyasî gur dike.

Heman daxuyanî amaje kir ku, di dema dawiyê de, hin bajarên Kurdî derketin xwepêşandanên şerm, ên ku ji hêla PYDê û TEV-DEMê hatine organîzekirin, tê de serok Mesûd Barzanî û hin serkirdeyên ENKSê bi îxanet kirin, û peyvên xirab li ser wan gotin, û ev riswakirineke eşkere ye gerek e ti kes vê nepejirîne, li gorî ku di daxuyaniyê de hatiye.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات