DAIŞ nîvê zeviya Şair a petrolê li rojhilatê Himsê kontrol dike

DAIŞ nîvê zeviya Şair a petrolê li rojhilatê Himsê kontrol dike
Çekdarên rêxistina DAIŞê, îro Çarşemê êrîşên xwe li ser devera zeviya Şair a petrolê li gundewarê rojhilatê Himsê berdewam kirin, û hêzên rêjîmê neçar kirin ku ji wir vekişin, û bêhtirî nîvê zeviyê xistin bin kontrola xwe de.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku, çekdarên DAIŞê êrîşeke tund vê sibehê li ser bargehên hêzên rêjîma Sûrî li derdora zeviya petrolê pêk anîn, di destpêkê de gelek xal li wir kontrol kirin bitaybetî Hiwêysîs, piştî pevçûnên tund, hêzên rêjîmê neçar bûn ku ji wir vekişin bitaybetî ku gelek ziyan li wan hatine kirin, hevdem bi teqandin 2 tirimbêlên mayînkirî ji hêla rêxistinê ve.

Rewangeh diyar kir ku, hêzên rêjîmê bi paş ve vegeriyan, û niha pevçûnên tund di navbera herdu aliyan de diqewimin, û balafirên rêjîmê çekdarên DAIŞê li qeraxên zeviya petrolê topbaran dikin, lê hêj ti encam ne diyar in.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات