DAIŞ dîsa 4 xalên nû li bakurê Helebê kontrol dike

 DAIŞ dîsa 4 xalên nû li bakurê Helebê kontrol dike
Çekdarên rêxistina DAIŞê, îro Çarşemê, êrîşî bargehên berên rikberiyê li gundewarê bakurê Helebê kirin, piştî pevçûnan di navbera herdu aliyan de, çekdarên rêxistinê hin xalên nû kontrol kirin, tevî topbarana artêşa Tirkî li ser wan.

Serkirdeyekî meydanî ji berên rikberiyê ragihand ku, çekdarên DAIŞê êrîşeke rahêjandî li ser bargehên Feyleq El-Şam û yên Sultan Murad li nêzî sînorê Sûrî-Tirkî pêk anîn, û ligel wan ketin şer û pevçûnên tund, û rêxistin bi mûşekan berên rikber topbarand, di encamê de gelek ji çekdarên rikberiyê hatin kuştin, herweha yên êrîşker gundên Qisacik, Şeibaniyê, Izatiyê û baneyên Şahîn bitevahî kontrol kirin.

Heman serkirde diyar kir ku, artêşa Tirkî bi tundî çekdarên DAIŞê topbarand, lê ev ne bû astengî ji pêşveçûna wan re, û amaje kir ku hêj şer û pevçûn li wan deveran berdewam in, û berên rikber hewl didin lu dîsa çekdarên rêxistinê ji wir der bixînin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات