Endamê encûmena Sûriya demokratîk, Rêzan Hido, ji ragihandinê re diyar kir ku, ev roja duyemîn e ku, artêşa Tirkî, bi topên giran, deverine li gundewarê Helebê armanc dike, û gelek avêjtok li ser Minig, Meryemîn, Elmalikiyê û Merenazê ketin, û gelek qurbanî ji sivîlan li pey xwe hiştin, hin kuştî û hin birîndar, hevdem bi koçkirina welatiyan ji wan deveran, ku Ehrar Elşam û Elnusra wan gundan topbaran dikin.
Hido navên hin qurbaniyan eşkere kir, ku Fatma Mihemed Qasim (25 salî) ew dayika 2 zarokên biçûk e, jiyana xwe ji dest da, herweha hin kes birîndar bûn, navên wan, Ebîr Elelo (12 salî), Sebîha Ehmed Bekrî (4 salî), Ehmed Elqasim (12 salî), Ebd Elhenan Elhimêdî (43 salî), Fûad Hac Hesen ( 30 salî), Mihemed Hac Hesen (31salî) û Qemra Hac Ibrahîm (50 salî), û amaje kir ku ev serjimareke bilez e, û hêj navine din hene negihîştine wan.
Hêjayî gotinê ye ku, Waşinton nearamiya xwe libarê vê nehedanê diyar kiribû, û ji Tirkiyê xwest ku topbarandina xwe li ser deverên di hindirê Sûriyê de rawestîne.
التعليقات (0)