HRW: Bêyî sezayên aborî Rûsiya şerê xwe li Sûriyê narewstîne

HRW: Bêyî sezayên aborî Rûsiya şerê xwe li Sûriyê narewstîne
Rêvebirê cîbicîner ê rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), Kênîs Ros, di çarçuva kongirê Miyûnixê de, doh êvarê ragihand ku, , eger sezayên aborî li ser wê neyên pêkanîn, dê Rûsiya di şerê xwe de, yê dijî sivîlan li Sûriyê, berdewam be.

Ros amaje kir ku, gelek raopr hene dibêjin ku, balafirên şer ên Rûsî, bi bombeyên goşeyî, yên li ser asta navdewletî qedexekirî ne, deverên sivîlan armanc kirine û Rûsiya vê yekê tune dike, û ev navnîşanek e ku şer li Sûriyê şerekî gemar e.

Rêvebirê rêxistina navdewletî diyar kir ku, bi piştgiriya Rûsiyayê, Esed sivîlên li deverên di bin kontrola hêzên rikberiyê de ne, bê guneh dikuje û wan ji malên wan sorgun dike, û amaje kir ku, Rûsiya vî şerî narawestîne bêyî ku bizanibe, bo piştgiriya Esed, dê nirxekî buha deyne.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات