PYDê doza Tirkiyê bo vekişandina ji gundewarê Helebê napejirîne

PYDê doza Tirkiyê bo vekişandina ji gundewarê Helebê napejirîne
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat, Salih Mislim îro ragihand ku, ew ji deverên ku kontrol dikin, li gundewarê bakurê Helebê, venakişin, û Tirkiyê hişiyar kir ku, dê Sûrî bersiva destêwerdana wê bikin, eger ew amadekariyan bo wê dike.

Mislim ji ajansa Reuters re diyar kir ku, ne ji mafê Tirkiyê ye ku destêwerdanê di karûbarên Sûriyê de bike, û amaje kir ku, balafirxaneya Minig, di destê Cebeht Elnusra (şaxê Elqaîde li Sûriyê) de bû, û şervanên YPGê ew, di hefteya bihurî de, ji Elnusra rizgar kirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات