Çiyayê Homan (Evdilezîz) dîrokeke Kurdî li Cizîrê himbêz dike

Çiyayê Homan (Evdilezîz) dîrokeke Kurdî li Cizîrê himbêz dike
Çiyayê Evdilezîz, ji Hezarên salan ve de bi navê (Çiyayê Homan) dihat nasîn, û di serdema nêzîk de bi çiyayê (Kezwan) dihat binavkirin, Çiyayê Homan (30) km dikeve başûr rojavayê bajarê Hesekê, dirêjahiya wî (90) k.m e, pehinbûn (15) k.m e, herwiha bilindbûna wî ji (350) metrî digihîje (940) metran , ew dimîne wek bilindtirîn çiya li devera Cizîrê.

Homan di salên dawiyê de bi navê şêx Evdilezîz hatiye naskirin, li serê çiyê gora şêx Evilezîz yê neviyê şêx Evdilqadirê Gêlanî heye, herweha gora kurê wî Emer, ew herdu gor weke şûnwarekî pîroz in.

Di wê serdemê de, şêx Evdilezîz çiya ji xwe û şervanên xwe re kiribû çeper, û tê de şerê Selîbiyan dikir, di serê çiyê de Kelehek heye û bi navê " Sukera " tê naskirin, di wî çaxî de gelek Siwarên Kurd li wê kelehê bicih dibûn.

Libarê dîroka çiyayê Homan û di Hevdîtinekê de li gel Orient net, Nivîskar Yûnis Hemê da xuyakirin ku: Ji dîroka kevnar ve nişteciyên vî çiyayî bigiştî Kurd bûn, û di salên dawî de Ereb ber bi çiyê ve hatin, di axavtina xwe de Hemê anî ziman ku gelek belge hene dibêjin çiyayê Homan şûnewarekî Kurdî ye, û gelek dever û gund ta roja îro bi navên Kurdî tên nasîn, wek (Mexel û Cî ) wek ( Sê Gira) wek ( Du baxî ).

Di dawiya axavtina xwe de, nivîskarê Kurd destnîşan kir, ku bêrî sedên salan " Hoza Sînka" li çiyayê Homan bicih dibûn, û ew bi xwe êleke Kurdî ye.

Di rûpelên dîrokê de hatiye nivîsandin ku, Evdilezîz neviyê şêx Ebdilqadirê Gêlanî ye, li gorî dîroknasan, gelek gorên naviyên Şêx Ebdulezîz li çiyê hebûn, lê ew ji aliyê hikûmeta Be’s ve, berî çil salî, hatin wêrankirin, çimkî li ser kêla wan goran bi zimanê Kurdî nav û helbest hatibûn nivîsandin, ew kiryar bi mebesta ku ti nîşanên Kurdayetiya wî çiyayî nemînin.

Di vê mijarê de, nivîskar Salar Salih ji Orient net re diyar kir ku, hikûmeta Sûrî û rêjîmên Ereb yên berî wê, her dem hewil dane ku guhertineke demografî ji herêm û gundên Kurdî re çê bikin, û Ereban li Şûna Kurdan bicih bikin, û amaje bi wê yekê kir ku, tevî van kiryaran jî, Kurdan ji kenvahiya dîrokê ve li ber xwe daye , mîna Şerê Kîkan û Begara, herwiha Kurd ta roja îro li ber xwe didin û xaka xwe diparêzin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, Çiyayê Homan jibo parastina herêmên Kurdî li Cizîrê, cihekî stratîjîk e, û ta dîroka nûjen, Kurdan li ber xwe dan û di karîbûn di sala bihûrî de çiyayê Homan ji DAIŞê rizgarbikin

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات