Wezîrê derve yê Emerîkî Con Kêrî di hevpeyvîneke taybet de ji Orient News re got ku Emerîka û hevalbendên wê bawerin bi wê yekê ku aştî li Sûriyê bi hebûna Esed pêk nayê .
Kêrî da zanîn ku kirîza Sûriyê bê çareseriya siyasî bidawî nabe û dive hemû pêkhatiyên Sûrî bi hevre pêşeroja xwe ava bikin û dive bi hevre xaka welatê xwe biparêzin .
Kêrî ji Orient News re domand ku dive bilez mîlîşiyeyên Iraqî , Libnanî û Îranî ji Sûriyê derkevin , û agirbesta demkî li Sûriyê cîhê çeteyên DAIŞê û çekdarên El-Nusra têde tine ye .
Di dawiya hevdîtinê de Con Kêrî got ku bila Beşar El-Esed xweş zanibe ku eger çareseriya siyasî bi rêve neçe dê çaereseriyrke leşkerî nêzîk hebe .
التعليقات (0)