Cîgirê berdevkê wezareta derve ya Emerîkî, Mark Toner, doh êvarê ragihand ku, Beşar Esed şaş e eger, piştî 5 salên şer li Sûriyê, dilê xwe bi çareseriyeke leşkerî şa bike.
Toner diyar kir ku, eger rêjîma Sûrî vî şerî berdewam bike, tenê dê kuştin û rijandina xwînê berdewam bibe, û ta bi rikberiyê jî dê helwesta xwe neguherîne, û got: "Em ê bendewar bin da em bibînin,em pêkanînê li ser zemînê dixwazin, ne tenê peyvan, û ev yek ji herdu aliyan tê xwestin ku şer rawestînin".
Herweha, serokê rêjîma Sûrî di hevdîtina xwe de ligel ajansa Fransî got ku, ew ê xaka Sûrî bitevahî vegerîne, û dê di şerê terorê de berdewam be.
Hêjayî gotinê ye ku, civîna Miyûnixê gihîştibû pilansaziya agirbestekê li Sûryê, û gihandina alîkariyên mirovane bo kesên hewcedar.
التعليقات (0)