Kêşeya xwendekarên Kurd li zanîngehên Sûryê

Kêşeya xwendekarên Kurd li zanîngehên Sûryê
Ji 2 salan û Şûn ne, rewşa Sûriyê di aloziyê de ye, ji dema ku rêxistina DAIŞê derbasî welêt bû û li parêzgehên Tedmûr û derdora Dêra Zorê cih girt, ta ku gihîşte tixûmê bajarê Hesekê ji aliyê bakur ve, li vir kêşeya xwendekaran behtir bû, êdî rêyên veguheztinê bitevahî hatine birîn, û wesayet, tirên û bas nama dikarin herin parêzgehên hundirê Sûriy, bitaybetî Şama peytext.

Jiber vê pirsgirêkê, beşekî mezin ji xwendekarên Kurd ji herêma Cizîrê, ji xwendina xwe bêpar man, û ew nikarin heren zankoyên xwe.

Libarê vê mijarê û di hevdîtinekê de ligel Orient net, xwendekarê Kurd Rodî Selam got: Ez xwendekarê beşê zanstî li zankoya Şamê bûm, min 2 dalan xwendina xwe berdewam kir û ez gihîştim sala sêyemîn, lê jiber mercên aborî min xwendina xwe negihand serî.

 Rodî di berdewamiya axiftina xwe de anî ziman ku, şer û pevçûnên li derdora Şamê rû didin bandoreke mezin li ser xwendekaran kir, ligel ku rêyên veguheztinê, jibilî rêya balafiran, bitevahî qutkirî ne.

Bi heman sedeman, gelek astengî tên pêş xwendekaran zanîngeha Tişrîn li bajarê Laziqiyê, mîna buhabûna kirya xaniyan, tevlî buhabûna pêdiviyên jiyanê, ev bigiştî bûne sedem ku rêjeya xwendekarên Kurd li zankoyên Sûriyê kem bibe.

Li ser rewşa xwendekaran li bajarê Laziqiyê, xwedekara zanîngeha Tişrîn, Sîlva Ehmed ji Orient net re axivî û got: Rewşa xwendekaran gelekî xirab e, jiber ku kiriya xaniyan pir buha bûye, ji aliyekî din ve jî rewşa ewlehî bûye sedem ku rêjeya  xwendekarên  Kurd kêm bibe.

Herweha Sîlva destnîşan kir ku, pêla koçberiyê jî sedema kêmbûnê ye, jiber bi hezaran xwendekar ber bi Ewropayê ve çûn.

Bi dehan pirsgirêk li pêşiya xwendekaran çê bûne, lê ya herî astengdar rêya veguhestinê yê, ku balafirên Sûrî di herdu salên bihûrî de ketina xizmeta rêjîm û şaxên wê yên Ewlehî, û bi zorê welatî dikarin bilêtan qut bikin, jiber vê yekê ew berê xwe didin balafirên kompaniya  " Ecnîhe El Şam " a ku Ramî Mexlûf xwediyê wê ye, û herweha jî balafirên kompaniya "Damas Flay" ya Misrî, lê jiber ku nirxê bilêta wan 24000 L.S ye, gelek xwendekar nikarin wê  jî bikirin, û wisa nikarin wan bo veguheztinê bikar bînin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات