Esed soz da ku tevahiya Sûriyê ji nû ve kontrol bike

Esed soz da ku tevahiya Sûriyê ji nû ve kontrol bike
Çend demjimêran berî lihevkirina Miyûnixê, serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed derbe li bizavên navnetewî yên rawestandina şer û derbaskirina alîkariyên mirovahî xist û soz da, ku ji nû ve kontrolkirina tevaya xaka Sûriyê bidest bixe.

Esed çend demjimêran berî lihevkirina Miyûnixê ji ajansa AFP re li Şamê axivî û soz da, ku artêa wî dê hewl bide kontrola tevaya welat vegerîne û got: ’’ Lê tevlîbûna aliyên herêmî tê wateya, ku çareserî dê dom bike û dê qelenê wê giran be’’. Esed herweha li hember gengaziya tevlîbûna Tirkî û Erebistana Siûdî di şerê li Sûriyê de hişiyarî da.

Di domahiya axavtina xwe de, Esed got, ku şerê li Sûriyê dikare di salekê de bidawî bibe, tenê eger Tikrî, Urdun û Îraq dana alîkariyan bo ’’rikberan’’ rawestîne û weha şîrove kir:’’ Şerê sereke, yê birîna rêya di navbera Heleb û Tirkiyê de ye, jiber Tirkiyê jêderê sereke yê alîkariyên "terorîstan e’’.

Li aliyekî din, Esed amadekariya xwe bo danûstandinan diyar kir, lê tenê ne bi wan hêzên, ku ji 2011an ve dixwazin wî ji desthilatdariyê derxin. Esed got:’’Baweriya me bi danûstandinan heye, lê ew nayê wateya rawestandina şer li dijî terorîstan’’.

Ji aliyekî ve bizavên navnetewî bo peydakirina çareseriyekê ji krîza Sûrî re û ji aliyê din ve daxuyaniyên Esed, hêviyên gelê Sûrî dixin nava guman û dûmanê de.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات