Serokê partiya Pêşverû ya Hevbeşî ya Libnanî Welîd Cinbilat ragihand ku Kurd piştgiriya Esed li Sûriyê dikin .
Serkirdeyê Dirzî Welîd Cinbilat di hevdîtineke rojnemevanî de got ku şerme ji Kurdan re di vê demê de piştgiriya Beşar El-Esed bikin û li gel rêjîma ku heyama 50 salî mafê Kurdan binpêk dikir şer bikin . Cinbilat got ku Esed netewa Kurd li Sûriyê istixlal dike.
Ji aliyê xwe ve mafnasê Kurd Ebdella Îmam bersiva Cinbilat da û got ku çawa Welîd Cinbilat behsa şermê dike û zane ku şerm di siyasetê de tine ye û Kurdan ti carî piştgiriya rêjîmeke sitemkar nekirine .
Îmam da zanîn ku nabe gotinên wisa ji kesekî ku bi salan alîgirê Beşar El-Esed û bavê wî bû derkevin .
التعليقات (0)