Li herêma Efrînê jî dorpêa çekdarên ketîbeyên islamî li ser navçeyên herêmê didome, û derbasbûna pêdiviyan qedexeye
Jêderekî taybet ji Efrînê ji Orient News re ragihand ku çekdarên Cebhet El-Nisra û Ehrar El-Şam di dorpêça navçeyên herêmê de berdewamin û nahêlin ku derman û pêdiviyên jiyanê derbas bibin.
Heman jêderî diyar kir ku çekdarên islamî hejmareke cebelxane û tank birin ber bi bargehên xwe yên li derdora Efrînê .
Herweha di heman demê de Tirkiyê jî ev piştgiriya wê dorpêçê dike û ew jî ji aliyê xwe ve girtina deriyê xwe yên sînorî xurtir kiriye.
Lewma û tevî wê dorpêbçê koçberên ku ji ber topbarana Rûsî direvin û ber bi Efrînê de diçin û ew pêla koçberyê ta niha didome .
التعليقات (0)