Cizîrê: Bazirganiya pez û bandora li ser nirxê goşt

Cizîrê: Bazirganiya pez û bandora li ser nirxê goşt

Herêma Cizîrê di warê pirbûna keriyên pez û dewaran de, yek ji herêmên navdar bû li Sûriyê. Di demên dawî de û piştî vekirina dergehê Sêmalka li pêşiya bazirganên pez û dewaran, ji ber buhabûna nirxên wan li aliyê başûr, hemû bazirgnên herêmê sewalên xwe derbasî başûrê kurdistanê kirin. 

Ev derbaskirina pez jî gelek pirsgirêk bi xwere anîn. Derbarê mijarê de Hecî Xelîl, ku  li herêma Cezîrê bazirganê pez e, di hevdîtinekê li gel Orinet Net, sedemên derbaskirina pez li aliyê başûr wiha anî ziman "Sedema serkeke ji ber ku pez li milê başûr nirxê wê buhatir e, ne tenê ji Cizîrê pez derbas dibe, lê ji tevahî herêmên Sûrî tên û di sêmalka re derbas dibin".

Rojane bi dehan kemiyonên pez di deriyê Sêmalka re derbasî başûrê Kurdistan dibin. Di encama vê bazirganiyê de, bandoreke mezin li nirxê goşt bûye. Welatî jî nerazîbûna xwe di vê derbarê de didine diyarkirin. Nûçegihanê Orinet Net li nava bazarên goşt geriya û li wir hevdîtin bi welatiyan re pêk anîn. Elî Zelê bi vî rengî nerazîbûna xwe anî ziman "ji dema ku deriyê Sêmalka li pêşiya bazirganiyê vebûye, bandoreke mezin li aboriya herêmê hatiye, bi taybet goşt ku nirxê wê roj bi roj buha dibe û ji aliyekî din ve saziyên çavdêriyê bi ti awayî rê li pêşiya vê buhabûnê nagrin".

Hêjayî gotinê ye ku nirxê 1 KG goşt li Cizîrê gihiştiye 3000L.S, bêyî ku saziyên têkildar ti liv û tevgerê derbarê vê pirsgirêkê de bikin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات