Titanik 2 dê di sala 2018an de amade be

Titanik 2 dê di sala 2018an de amade be

Piştî 106 salan ji binavbûna keştiya Titanik a binavûdeng li bakurê Okyanosa Atlantîk, kompaniya Blue Star Line a bilyonêrê Awstralî Klif Palmer, xwe ji bo berhemkirina Titanik 2 amade dike.

Malpera Independent ragihand, ku Keştiya nû dê hinekî ji Titanik mezintir be û bi şêweyê xwe dê ew weke keştiyên sala 1912an, ku binavê Krûz dihatin naskirin be. Titanik 2 dê hejmarek mezin ji qeyikên rizgarkirinê û herweha alavên din ên lihewarçûnê hilgire.

Dirêjahiya keştiya nû dê 270 mitir be û bilindahiya wê 53. Giraniya wê jî dê 40 ton be û dê ew karibe 2400 rêwiyan û 900 karmendan hilgire. Geşteya yekem jî dê ji çînê ber bi Dubay ve be.

Tê zanîn, ku keştiya Titanik sala 1912an de, piştî ew li çiyakî qeşayê ketbû, li bakurê Okyanosa Atlantîk binav bubû û di encamê de 1500 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات