Jêderên Deblomasî Ewropî ragihandin ku bi beşdarbûna 17 welatan û 3 rêxistinên navnetwî dê îro roja Pênşemê li bajarê Miyûnixê li Almaniyayê civînên taybet bo doseya Sûriyê lidarbikevin .
Heman jêderan dane diyarkirin ku mijara herî giring dê di civînan de were gengeşekirin ewe agirbesta di navbera rêjîm û rikberiya Sûrî de ye .
Ji aliyê xwe ve û beriya lidarxistina civînan wezîrê derve yê Almanî Firank Şitayn Mayer got ku nabe cîhê Beşar El-Esed di pêşeroja Sûriyê de hebe çimkî û li gorî Şitayn Mayer Esed bêhtirî 300 hezar sivîlî kuştiye û nêzî 12 Melyonî jî koçber kiriye .
التعليقات (0)