Di heyama civîniên Miyûnixê de Kêrî: pilana leşkerî li Sûriyê nêzîk dibe

Di heyama civîniên Miyûnixê de Kêrî: pilana leşkerî li Sûriyê nêzîk dibe
Kongir û civînên navdewletî pirin û doseya Sûrî herdem di pêşî de ye, yek ji wan civîna Miyûnixê ku piştî çend demjimêran dê destpê bike , 

di civîna Miyûnixê de dê welatên girûpa piştgiriya Sûriyê û 3 rêxistinên navnetewî beşdar bibin, û armanc ji Miyûnixê da ku danûstandinên Cinêvê dîsa destpê bibin û agirbestek li seranserî Sûriyê pêk were 

tevî ku Waşinton û Mosko li ser pilana agirbestekê li Sûriyê lihevkirine lê daxuyanî û axaftinên herdu wezîran Con Kêrî û Sêrgî Lavrov didine nîşan ku ti agirbesteke nîzîk tine ye, çimkî Mosko pilanek ragihandiyê ku dê di 1 Adara bê de agirbestek pêk were, ji aliyê xwe ve wezîrê derve ê Emerîkî Con Kêrî ragihand ku eger pilana deblomasî û siyasî li Sûriyê têk biçe dê Emerîka pilana Duyem pêk bîne û li gorî jêderên leşkerî ên Emerîkî ew pilan tevgereke leşkerî ye û gotina Kêrî ya ku dibêje doseya Sûrî kete asta dawî de û êdî bo dema çareseriyê, li ser wê pilana leşkerî tekez dike

gotina Wezîrê derve yê Erebistana Sûdî Adil El-Cobêr nîşaneke dine li ser nêzîkbûna pilana leşkerî li Sûriyê çimkî El-Cobêr jî diyar kirbû ku eger Cinêv têk biçe dê Sûdiyê berî bide pilana " B " ango jî pilana leşkerî 

Wezîrê derve yê Ferensî Loran Fabiyos di roja xwe ya dawî di hikûmeta Ferensî de ew kul ji dilê xwe derxist û got ku siyaseta Emerîkî li Sûriyê ne rewa ye û ne li gorî xwestek û şoreşa gelê Sûrî ye herwiha û li gorî Fabiyos siyaseta Waşintonê kirîza Sûriyê kortir dike

di dema destpêka civînên Miyûnixê kongireyekî din ku doseya Sûrî beşeke têde li Biruksil paytexta Belcîka lidar dikeve û têde Nato  û hevpeymana navnetewî ya dijî DAIŞê xala şandina hêzekê li ser zemînê bo şerê DAIŞê bişîne Sûriyê diyar dike

di heyama van pêşveçûnên siyasî û leşkerî Rûsiya hewil dide ku rêjîma Esed beriya agirbestekê tevahiya Helebê kontrol bike çimkî ew yek dibe bersivek giran ji Tirkiyê û Erdoxan re , lê pirs û texmîn ewe gelo dê civînên Miyûnixê dikaribin aliyên danûstendinan vegerîne ser maseya Cinêvê , an jî wê civînên Biruksilê pilana leşkerî li ser zemîna Sûriyê ya Erebistana Sûdî û Emerîkî pêk bîne ...!! 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات