Li çiyayên Lazqiyê şer û pevçûn û êrîşên asîmaî li Dêra Zorê

Li çiyayên Lazqiyê şer û pevçûn û êrîşên asîmaî li Dêra Zorê
Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku, şer û pevçûnên tund di navbera rêjîm û hêzên rikber û îslamî de li çiyayên Laziqiyê hêj berdewam in.

Odeya operasyonên hêzên rêjîma Sûrî bi serkirdayetiya efserên Rûsî û bi piştgiriya mîlîşyeyên Elheres Elsewrî yên Îranî ji aliyekî ve û  Ehrar Elşam, partiya îslamî ya Tirkmanistanî û Elnusra ji aliyekî din ve di, li derdora gundên Qerûca û Elaliya û hin deverine din li çiyayên Eltirkman û Elekrad li gundewarê bakurê Laziqiyê, şerên tund de ne, di encamê de, ta aniha, şervanekî îslamî jiyana xwe ji dest da.

Ji hêleke din ve, balafirên şer 2 êrîşên asîmanî li ser devera Elşihêl li gundewarê Dêra Zorê pêk anîn, bêyî ku tu agahî libarê ziyanên mirovane hebin, herweha êrîşên din li beyabana Elmeyadîn, li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê hatine kirin, û gelek ziyanên darayî li pey xwe hiştin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات