DAIŞ alîkariyan li ser welatiyên gundewarê başûrê Hesekê belav dike

DAIŞ alîkariyan li ser welatiyên gundewarê başûrê Hesekê belav dike
Dîwana Elzekat a rêxistina DAIŞê alîkariyên taybet bi germkirin li ser hin gundên ku di bin kontrola wê de ne, li gundewarê başûrê Hesekê, belav kir.

Li gorî jêderekî ji gundewarê başûrê Hesekê, ew alîkarî li ser 3000 malbatî hatine belavkirin, û ew ji komir û mazotê pêk tên, herweha alîkarî li gorî lîsteyên navan ku ji hêla dîwan elzekat ve hatibûne qeydkirin.

Heman jêder diyar kir ku, DAIŞ kêm caran ku alîkariyan li ser welatiyan belav dike, tevî ku pere bi şêweyekî bêhempa digihîjine dest wê, û dibe ku vê carê alîkarî belav kirye da welatiyên wê deverê di destê xwe de bihêle, piştî ku hêzên Sûrya demokratîk li wê herêmê baş pêşve ketine.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات