Siwar Elreqa tevlî Encûmena Sûrya Demokratîk dibin

Siwar Elreqa tevlî Encûmena Sûrya Demokratîk dibin
Nivîsgeha siyasî ya Siwar Elreqa do êvarê, tevlîbûna xwe bo encûmena Sûrya demokratîk bi fermî ragihand.

 Tevlîbûna Siwar Elreqa di kongireke çapemenî de, ku doh êvarê li bajarê Qamişloyê lidar ket, hate ragihandin.

Hevseroka encûmenê, Ilham Ehmed, ji çapemeniyê re diyar kir ku, gava tevlîbûnê gaveke pîroz e, û wan hin hevdîtin bi nivîsgeha siyasî ya Siwar Elreqa re kiribûn û li ser tevlîbûnê lihev kirin.

Ilham Ehmed di peyva xwe de diyar kir ku, piştî 2 mehan ji lidarxistina kongirê encûmena Sûrya demokratîk, encûmen dikarîbû gavine baş di warê diplomasî de bavêje, wisa peywendî bi gelek layanên xwedî bandor, di herêmê de, û nûnertiya beşekî ji miletê Sûrî dikin, bi şêweyekî xurt girêde, û daxwaza gelek ji hêz û layanên siyasî, yên herêmê, ku tevlî encûmenê bibin, tê wateya ku ew nirix bilind e û xwedî projeyeke siyasî ya erênî ye bo tevahiya Sûryê.

Ji hêla xwe ve, serokê nivîsgeha siyasî ya Siwar Elreqa got ku, nivîsgeha wan piştî danûstandê bi serkirdayetiya leşkerî ya berê wan, biryara tevlîbûnê da, û aniha encûmena Sûrya demokratîk nûnertiya Siwar Elreqa jî dike.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات