Rûsya 1ê Adarê weke roja agirbestê pêşniyar dike

Rûsya 1ê Adarê weke roja agirbestê pêşniyar dike
Li gorî rêvebirên Emerîkî, Rûsya 1ê Adarê weke roja agirbestê li Sûriyê pêşniyar kiriye, lê Waşinton li hember vê yekê dixwaze, ku şer dicîh de were rawestandin.

Biriyar hatiye dayîn, danûstandinên aştiyê bo Sûriyê 25ê Sibatê jinûve destpê bikin. Rêvebirin Emerîkî, ku nexwestine navên wan eşkere bibe ji Assotiated Press re gotine, ku pêşniyara agirbestê di 1ê Adarê de hwildaneke nû ye ji aliyê Moskoyê ve, da ew 3 heftiyên din temenê şer dirêj bike û rê bide rêjîmê rikberiya navînî têk bibe.

Di rapora, ku The Guardian belav kiriye hatiye gotin, ku rêvebirên Emerîkî ji Associated Peress axivîne û şîrove kirine, ku emerîka pêşniyara Moskoyê na pijirîne, jiber di heyama van 3 heftiyan de, rikberî dikare ziyanên mezin li bakur û başûrê Sûriyê bigire.

Tê zanîn, ku ev pêşniyar tê tenê demeke kurt berî civênên Mûnşinê, yên ku hejmarek welat bi armanca çaresekirina krîza 5 salan a Sûriyê di wan de beşdar dibin.   

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات