Divê ku bê jarav cudebûna nerînin mirovan ji ber cudebûna suriştiya hindurîn ya van mirovane û saxbûna mejiyên van kesan ta bikarbînin ji bo ronîbûna jiyanê bi awayekî durist bê ku dûv kesna ne bin yên armanca wane berdewamiya cengêye ta ku karibin hêz û mal û milkan bidin hev herdû yê bûne bizevîna nakokiyê û ev ya ku hişt hin kesan raghandinê bi kar bînin weke amûrek giring ta bi ser bikeve ji bilî ku tişt nebe li ser xaka rastiyê.
Lê di riya wê kepezê de ser encaman dighêjin hişê kesê ku di xeyalan de dijîn û dev ji her tiştî berdidin ji bo wê hebûna ku tuneyî bibe heyî û bêje ku ew çek ektîf bû û derhoza pêktîne li vê de cînav û sinc derdikeve ta xwe bide xwiyanîkirin û xwe feriz bike bi hêz li ser wî mirovî ye qedir û rêzdariya wî karî yê ku pêktîne digre û bi yeqîne ku ew karekî şaristanî û rewşenbîriye û pirek e bo peywendiyê bi mirovan re ta her tiştê dibe di cîhanê de bighîne wan bi rastbûnek aram, Wê demê ew elîkare ku wekeheviyê çêke navbera rastiyê û xeyalan de.
Heman demê de ew pirekê çêdike ji mirovan ta êş û mafê wan bighîne xwediyê biriyarê û çand û ramînin wan bighînin welatin din ta bibin jêdera guhdanê, wê çaxê raghandin saxlem dibe herwiha dibe avbendek xurt tu kes nikare bişkîne ta bike gola nakokiya û bazirganê cengê, ji ber tiknolociya nû bi hemû amûrên wê û tev hemû erêniyên wê dikeve di nav wê nakokiyê de, û her raghandin dimîne neynika mirovan ya ku bûyeran bi tevaiyî yê li ser xakê çêdibe dighîne her kesî bi rastiyê û heger hate guhertin ew dibe wêrana miletan.. ji bo wilo raghandin.. dengê miletaye
التعليقات (0)