Çima pasportên welatan bi rengên cuda ne?

Çima pasportên welatan bi rengên cuda ne?
Welat pasportên xwe bi rengên cuda, li gorî pîvanên taybet çêdikin û piraniya wan bi rengên ala welat ve girêdayî ne.

Rojnameya Brîtanî Daily Mail li vê barê şîroveyek belav kir û têde got, ku Li Hindistanê rengê pasportê şînê tarî ye, lê li welatên Ewropî rengê burgundî tê bikaranîn. 28 welatên Yekîtiya Ewropayê ev rengê sor bo pasportên xwe bijartin, tenê Ukrayînayê rengê şîn hişt.

Rojnameyê amaje kir, ku rengê yekirî yê pasportên welatên YEê, naskirina xwediyê wan hêsan dike. Li aliyê din, hin welatên Îslamî mîna Erebistana Siûdî rengê kesk bikar tînin. Li ser vê yekê kompaniya Bil Waldron, a ku belgeyên 63 welatan çap dike got, ku rengê pasportê roleke girîng di nûnertiya welatan de dilîze, mîna ku rengên tarî fermîtiyê nîşan dide.

Herweha di şîroveya rojnameyê de hate diyarkirin, ku hin pasport rê li ber derbasbûna welatan bê vîza vedikin. Mîna Emrîka û Brîtanya, ên ku hilgirên pasportên wan dikarin serdana 147 welatan bikin. Di pileya duyemîn de Koreya Başûr, Elmanya û Frensa tên, ku welatiyên wan dikarin serdana 145 welatan bikin.

Ji aliyên din ve, di lîsteya pasportên herî bêkêr de, yên Flestînî, Başûrê Sûdan, Miyanmar û Giravên Silêman hatin, ku welatiyên wan dikarin serdana 28 welatan bikin. Hinekî ji wan bêhtir, yên Îraq, Afganistan, Cîbotî û Etyobya hatin. Ew dikarin herin 39 welatan.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات