Serokê herêma Kurdistanê Mes’ûd Barzanî peyamek da Netewên Yekbûî û got : gelê Kurdistanê bi ti awayî dest ji maf û hêviyên xwe yên Kurdistana serxwebûî bernadin .
Barzanî di hevdîtinekê de li gel nûnerên taybet ên NYê li Hewlêrê li ser rewşa siyasî û ewlehiya deverê , herwisa kirîza abûriyê ya herêmê axivî û got: gelê Kurdistanê bi çi awayî be dest ji maf û hêviyên xwe di serxwebûnê de bernadin .
Ji aliyê xwe ve nûnerê NYê Jan Kubis ku beşdarî hevdîtinê bibû , derbarê rewşa abûriyê ya herêma Kurdistanê û erkê giran yê xerciyên şer û pêşwazîkirina koçberan de bang li welatên Ewropî û koma G7 ya abûriyê kir ku bi hawara Kurdistanê ve rabin û piştgiriya wê di kirîza abûriyê de bikin .
التعليقات (0)