Şêwermenda serokê rêjîmê Boseyna Şe’iban da zanîn ku armanc ji operesiyonên Helebê da ku sînorê Tirkiyê were kontrol kirin .
Şêwermenda Beşar El-Esed di kongireyekî rojnemevaniyê de ragihand ku piştî bilindbûna rêjeya terorê ji aliyê sînorê Tirkiyê ve hêzên rêjîmê û ba alîkariya firokeyên Rûsî operesiyonên mezin bo kontrolkirina sînor pêk anîn .
Boseyna Şe’iban hikûmeta Tirkî tewanbar kir ku Erdoxan kirîza penaberan bikar tîne da ku fişarê li civaka navnetewî bike .
Di domahiya gotina xwe de Şe’iban aşkere kir ku ta welatên weke Tirkiyê piştgiriya terorê bikin ti carî hewildanên siyasî û diblomasî li Sûriyê bidawî nabin .
التعليقات (0)