Lavrov: Sînaryoya çareseriya leşkerî li Sûriyê bûye rastiyek

Lavrov: Sînaryoya çareseriya leşkerî li Sûriyê bûye rastiyek

Wezîrê karê derve yê Rûsî Sêrgêy Lavrov tekez kir, ku hin welat hene helwesta xwe ya ligel çareseriya leşkerî li Sûriyê naveşêrin, eger danûstandinên aştiyê têk çûn.

Wezîrê Rûsî îro di hevpeyvîneke ligel rojnameya Moskovskî Komsomolîts de got:’’ Wa tê xuyakirin, ku eger danûstandin têk heren yan jî nêyên lidarxistin, hin welat hene dê çareseriya leşkerî bidin pêş. Weke ez tê digihêjim, ew welat vê helwestê bi awayekî eşkere diyar dikin. Ew yek jî tê, di encama kîna kesayekî li dijî Esed de’’.

Lavrov bibîr xist, ku Mosko û Waşintonê û herweha welatên Ewropî herdem xwestine, ku çareseriya leşkerî li Sûriyê neyê pêkanîn, lê hin hevalbendên Waşintonê li Rojhilata Navîn, ev yek red kirin û weha got:’’Sînaryoya çareseriya leşkerî bûye rastiyek û em êdî planên şandina hêzên zemînî bo Sûriyê dibihîzin’’.

Li vê barê, Lavrov got:’’ Erebistana Siûdî ragihand, ku dibe ew Hevgirtina Îslamî, ya ku wê bixwe bo şerê li dijî DAIŞê ava kiribû bikar bîne. Herweha hin welatên din jî helwesta xwe ligel vê yekê diyar kirin û nûçeya beşdariya Behrên jî di vê planê de derket, lê ew nûçe ji hêla Şahê Behrên û wezîrê wî ve, di dema serdana wan a Rûsiyayê de hate pûçkirin’’.

Lavrov di domahiya axavtina xwe de tekez kir, ku helwesta Rûsiyayê derbarê krîza Sûrî diyar e, ew her ligel çareseriyeke siyasî, di riya danûstandinan re ye.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات