Kêrî: Êrîşên asîmanî yên Rûsî li Sûryê astengî ne li pêşiya çareserkirina siyasî

Kêrî: Êrîşên asîmanî yên Rûsî li Sûryê astengî ne li pêşiya çareserkirina siyasî
Wezîrê derve yê Emerîkayê, Jon Kêrî doh êvarê ragihand ku, kiryarên Rûsyayê li gundewarê bakurê Helebê, û li deverine din ji Sûryê, astengî ne li pêşiya hewildanên civaka navdewletî bo çareserkirina krîza Sûrî.

Kêrî di kongrekî çapemenî de ligel wezîrê derve yê Misrî, Samih Şikrî, go: Em hemû girîngiya vê pêvajoyê baş dizanin, gerek e Rûsya alîkar be da rikberî û hemû layan li ser maseya giftûgoyan rûnin, da gotûbêjên aştiyê bi şêweyekî rasteqîn lidar bikevin, lê di rojên bihurî de Rûsya rewş dijwartir kir.

Wezîrê Emerîkî diyar kir ku, ev mijareke astengî ye, kêşe roj bi roj, li pêş çavên cîhanê, girantir dibe bi zêdebûna penaberan, û bombeyên goşeyî jin û zarokan bêguneh dikujin, û mirovên birçî yên dorpêçkirî, di saya vê rewşê de, bêhtir dibin.

Ji hêla xwe ve, wezîrê derve yê Rûsyayê, Sergî Laverov doh êvarê ragihand ku, welatî wî planek ji Emerîkayê re, libarê çareseriyekê ji krîza Sûrî re, pêşkêş kir, bêyî ku ti hurgilên wê diyar bike.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات