Cîgirê wezîrê derve yê Rûsî û nûnerê serok Putîn ê rojhilata navîn, Mixaêl Boxdanov li bargeha wezareta derve ya Rûsî, li Moskoyê pêşwaziya şandeya partiya Pêşverû, bi serokatiya sekreterê partiyê Hemîd Derwîş û endamê nivîsgeha siyasî Dr. Ehmed Berkat kir.
Li gorîku malpera fermî ya Pêşverû ragihand ku, di civînê de pêşveçûnên dawî li Sûryê hatine gengeşekirin, û rola Rûsyayê libarê çareserkirina kirîza Sûrî di giftûgoyên Cinêv3 de, û herdu alî tekez kirin ku, jibilî giftûgoyê, ti derfet tune ne bo çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûrî re, da şer û wêrana ku li wir diqewimin didawî bibin.
Malpera Pêşverû diyar kir ku, mijara Kurdên Sûryê di civînê de hate gengeşekirin, û herdu alî tekez kirin ku, gerek e Kurd bi şandeyeke serbixwe beşdarî Cinêv3 bibin.
Di dawiya civînê de, ya ku nêzî demjimêrek û nîv dirêj kir, şandeya Pêşverû û berpirsê Rûsî li ser pakirina têkiliyên Kurdî-Rûsî tekez kirin, da di pêşerojê de ew têkilî bihêztir bibin, li gorî ku di malperê de hatiye.
التعليقات (0)