Netewên Yekbûyî rêjîma Sûrî bi tevkujiyan tawanbar dike

Netewên Yekbûyî rêjîma Sûrî bi tevkujiyan tawanbar dike
Komîteyeke navdewletî hikûmeta rêjîma Sûrî bi (tawanên tevkujî û şerê dijî mirovahiyê) tawanbar kir, li gorî belgeyên ku gihîştine wê li barê kuştin û îşkenceyên ku di zindanê rêjîmê de, li Sûryê, pêk hatine.

Li gorî ajansa Reuters, ku ew komîte daxawz ji encûmena ewlehiyê kir ku, berprsên wan tawanan di dadgeha tawanan a navdewletî de bêtin dadkirin.

Komîteya şopandina rastiyan, ya encûmena mafên mirovan, di raporekê de ragihand ku, hikûmeta rêjîma Sûrî tevkujiyên dijî mirovahiyê kiriye, ji kuştin, îşkence, destdirêjahiya zayendî û veşartina neçar, ev hemû digihîjine asta tawanên şer.

Daxuyaniya komîteyê hat piştî hevdîtinên wê ligel hin girtiyên ku di zindanên Sûrî de bûn, û li gorî 621 belgeyên ku gihîştibûne destê wê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات