Ev bûye çend roj, ku girtiyên siyasî yên girtîgeha Recayî Şehr a bajarê Kereca Îranê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve têne sizakirin û ji bilî nanê hişk ti xwarinê nagirin.
Li gorî agahiyan, piştî ku Parlamentoya Îranê yasaya Tawanên Siyasî pejirand, berpirsên girtîgehê biryar dane xwarinên weke birinc û nîskê nedin girtiyan û li şûna wan, xwarinên amadekirî bidin wan.
Hin çavkaniyên haydar ragihandin, ku berpirsên girtîgehê xwarinek tije gemar û plastîk ji girtiyan re pêşkêş kiribûn, bi awayekî ku bi kêrî xwarinê nedihat û dema girtiyan nerazîbûn nîşan dan, ew êdî yekcarî ji xwarinê bêpar man û bo herdû danên nîvro û şevê beroşên vala ji wan re tên şandin û tenê nanê hişk werdigirin.
Girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê yek ji girtîgehên herî xirab û navdar ên Îranê ye û ji 30 salonan pêk tê. Di wê girtîgehê de 3 salonên taybet bi girtiyên siyasî hene, ku yek ji wan taybet e bi endam û alîgirên reformxwazan û Mucahidînê Xelq û hemû girtiyên wê salonê fars û şîyî ne, tenê 6 kesên wan kurd in. Salona duyem jî taybet e bi Sunniyan û hemû girtiyên têde kurd in û piraniya wan jî selefî ne û salona sêyem jî 42 girtî têde ne, hemû girtiyên têde kurd in û ew jî girtiyên siyasî ne.
التعليقات (0)