Di axavtinekê de ligel RT, nûnerê Rûsyayê li nik Neteweyên Yekbûyî Aleksêy Borodavkin got, ku pêwîst e Kurd di civînên Cinêvê yên hatine plankirin di 25ê Sibatê de lidar bikevin beşdar bibin.
Borodavkin got:’’A yekem, Kurdên Sûriyê yek ji pêkhateyên sereke ne. Mafê wan heye beşdarî biriyardayîna pêşeroja welatê xwe bibin û a duyem ew e, ku beyî beşdarbûna Kurdan dê ti çareserî ji pirsgirêkan re neyê dîtin’’. Borodavkin weha domand:’’ Bêyî Kurdan, ne yekirina bizavên jinavbirina terorê û ne jî ragihandina agirbestekê gengaz e û herweha mijarên pirsgirêkên mirovahî û veguheztina siyasî li welat bêyî Kurdan pêk nayên’’.
Nûnerê Rûsî got, ku Kurdên Sûriyê li dijî DAIŞê şer dikin û hewl didin welatê xwe ji terorîstan bibarêzin û weha domand:’’ Rikberiya siyasî, ya ku partiyên Kurdî di nav de hene, bixwe hevparên rewa ne di danûstandinan de. Wan beşdarî di hevdîtinên Mosko û Qahirayê de kirine û ev yek tê wateya, ku mafê wan heye beşdariyê di Cinêvê de jî bikin’’.
Li aliyekî din, Borodavkin got, ku sedema paşvexistina civîna Cinêvê ew bû, ku rikberiya Sûrî a li Riyadê hatibû damezirandin, ti helwesteke diyar pêşkêş nekir.
التعليقات (0)