Şandê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Sitîvan Dîmistora ragihand, ku nepêk anîna xwestekên mirovahî yên rikberiyê sedema cemidandina Cinêvê bû.
Dîmistora ji Encûmena Ewlekariya Navnetewî re got, ku sedema paşxistin û cemedandina danûstandinên Cinêvê yên di navbera rêjîm û rikberiya Sûrî de ew e nepêkanîna xwestekên mirovahî yên rikberiyê bû û got, ku bi destpêka Cinêvê hêvî hebûn şer û topbaran raweste lê mixabin pevçûn û wêrankirin tundtir bûn.
Dîmistora ji navenda NYê bang li rikberî û rêjîmê kir da ku bilez danûstendinên aştiyê birêve bibin
التعليقات (0)