Li bajarê Babê 18 girtiyên Kurd ji zindanên DAIŞê direvin

Li bajarê Babê 18 girtiyên Kurd ji zindanên DAIŞê direvin

Li gundewarê Helebê 18 girtiyên Kurd di zindanên DAIŞê de dema firokeyên navnetewî xalên heman rêxistinê li bajarê Babê topbaran dikirin reviyan û xwe gihandin bajarê Kobanî. 

Nûçegihanê Orient News ji bajarê Kobanî diyar kir, ku 18 girtiyên Kurd ku ji gundê Qolanê yê li gundewarê Kobanî ne tevî malbatên xwe ji zindanên rêxistina DAIŞê ya teror li bajarê Babê reviyan, dema ku firokeyên hevgirtina navnetewî bargehên DAIŞê li heman bajarî topbaran dikirin. 

Nûçegihanê me da zanîn, ku ew girtiyên Kurd gihane bajarê Kobanî û rewşa wan ya tenduristî jî baş e. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات