Şandeyê NYê bo Sûriyê Sitîvan Dîmistora li gel encûmena ewlekariya navnetewî civiya û raporek derbarê danûstandinên Cinêvê pêşkêş kir.
Dîmistora di rapora xwe de sedmên paşxistin û cemidandina danûstandinên Cinêvê yên di navbera rêjîm û rikberiya Sûrî de şirove kir û li gorî hate ragihandin, ku di heman civînê de nûnerên Brîtaniya û Frensa şandeyê Rûsî tewanbar kirin û diyar kirin, ku Mosko sedema têkçûna Cinêvê ye.
Ji aliyê xwe ve şandeyê Rûsî di nava NYê Vîtalî Tişorkîn da zanîn, ku Dîmistora di rapora xwe de behsa Rûsya nekiriyê û ne gotiye Mosko di ber têkçûna Cinêvê de berpirs e.
التعليقات (0)