Rêjîma Sûrî û piştî zindakirina 8 salan, çalakvanê Kurd yê bi navê Mihemed Musilm serbest berda û tê zanîn, ku demeke berê fermana darvekirina wî hatibû dayîn.
Rîjîma Sûrî, di sala 2008an de çalakvanê Kurd Mihemed Muslim binçav kir û ew bi parçekirina axa Sûrî û karên terorist tewanbar kir û 7 sal ceza daye wî û piştî destpêkirina şoreşa Sûrî, Mihemed Muslim li hejmarek zindên rîjmîmê wek Seydana û ya Erda û ya Helen ya navendî hate gerandin.
Li gorî axaftina Mihemed Muslim ji Orient News re, ku fermana davekirina wî di 25 meha 11an a sala bûrî de derketibû, lê beriya 4 rojan ew ferman hate pûçkirin û Mihemed hate serbestberdan. Mihemed Muslim ji bajarokê Raco yê gundewarê Efrînê ye.
التعليقات (0)