Konfransa Londonê ya bo alîkariya Sûryê bidawî hat û li gor agahiyan, nêzîkî 10 milyar dolar wek alîkarî ji xelkê Sûryê re hatiye berhevkirin.
Jibo alîkarîkirina koçber û gelê Sûryê doh li bajarê Londonê, paytexta Brîtanya kongirek bi beşdariya 60 welatên cîhanê Konfransa hat lidarxistin, ku tê de zêdetirî 70 serkirde û kesatiyên cîhanî beşdar bûn.
Serokwezîrê Brîtanya David Kamîron ragihand, ku di Konfransa Londonê de 10 milyar dolar alîkariyên mirovahî bo gel û koçberên li hundir û derveyî Sûryê hatine berhevkirin.
Konfransa, ku armanca wî berhevkirina 9 milyar dolar bû, lê di dawiyê de alîkariyek bêhtir hat komkirin.
Welatên ku alîkarî pêşkşî gelê Sûryê kirin, ev bûn: Emerîka, Elmanya, Îtalya, Yekîtiya Ewropî, Frensa, Brîtanya, Norwêc û Japonya.
التعليقات (0)