Balafirên şer ên Frensa êrişî bajarê Minbicê kirin

Balafirên şer ên Frensa êrişî bajarê Minbicê kirin
 

Wezareta Parastinê ya Frensa di daxuyaniyekê de ragihand, ku balafirên şer ên Frensî êrişî navendeke rahênan û perwerdeya leşkerî ya rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Minbic ê li rojavayê çemê Firatê kirin.

 

Di daxuyaniyê dehate eşkerekirin, ku balafirên şer ên Fransa ew navenda leşkerî ya DAIŞê li bajarê Minbicê bi tevahî wêran kirin û çekdarên di nav de hemû hatin kuştin. 

 

hêjayî gotinê ye, ku hêzên  YPGê û HSDê li çend deverên bakurê Helebê û derdora bajarên Minbic, Bab û Izazê çend gund û cihên giring ji destên çeteyên DAIŞê, Eniya El-Nusra û Ehrar El-Şam derxistibûn û bi awayeke rasterast li aliyê rojavayê çemê Firatê dest bi operasyonan kiribûn.

 

Bajarê Minbicê li bakurê rojhilatê parêzgeha Helebê ye û girêdayî navçeya Cerablusê ye.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات