HRRKê: Kongirê me yê pencemîn dê dûrî nakokiyên siyasî û neyekalî be

HRRKê: Kongirê me yê pencemîn dê dûrî nakokiyên siyasî û neyekalî be
Di konfranseke çapemeniyê de Komîteya amadekar a pêncemîn kongirê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), encamên civêna xwe, ya ku roja îna derbasbûyî li bajarê Hesekê bi dawîhat eşkere kirin.

Di civînê de endamê komîteya kargêr a HRRKê Ehmedê Huseynî û piraniya endamên komîteya amadekar amade bûn. Li gorî daxuyaniyê, endamên komîteyê çend xalên girîng ên bi pirsa rewşenbîrî ve girêdayî û şêwazên geşkirina gotara rewşenbîrî gengeşe kirin, her wisa rewşa çand û hunera Kurdî û renckêşana rojava ya piralî hate gotebêjkirin.

Di berdewamiya daxwiyaniyê de, endamên komîteyê pêwîstîya saziyeke rewşenbîrî, ku karibe hemû rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, şêwekar, şanoger, rojnameger, sînameger û mûzîkjenan di bin sîwana xwe de berhev bike.

Her wisa pêwistiya parastin û pêşvebirina çand û hunera Kurdî û rizgarkirina meydana çand û hunerê ji parçebûn û piralîbûnê dît. Li gorî ku hat zelalkirin di daxiyaniyê de.

Ji aliyekî din daxiyaniyê da zanîn, ku Komîteya amadekar biryar stend, ku bi berpirsyarî tev bigere û xwe dûrî helwestên takekesane û nakokiyên siyasî û idyolojî û helwestên erzan bixîne û bi hişmendiyeke rewşenbîrane têkiliyên xwe bi hemû sazî û dezgehan re berfireh bike, bêyî ku ti kesî li derveyî prosesa danûstandinê, lihevgudarîkirinê li seranserî Rojavayê Kurdistanê bihêle.

Li dawiyê hat diyarkirin ku Di civînê de çend erk û rêbazên xebata komîteyê hatin destnîşankirin, da ku rê li pêşiya lidarxistina pêncemîn kongireya HRRKê veke û Rojavayê Kurdistanê wek navenda HRRKê ragihîne û hemû saziyên HRRKê yên li Ewropayê, li Başûr û li Bakur bibin şaxê vê navendê.

Tê zanîn, ku ev demeke helbestvan Ehmedê Huseynî endamê komîteya kargêr a HRRKê dinava danûstandinê de ye bi hemû sazî û kesayetên di warê rewşenbîriyê de kar dikin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات