Cîgerê wezîrê derve yê Rûsî, şandeyê herdem yê Rûsya li cem Yekîtiya Ewropî Vladîmêr Tşîgov ragihand, ku parastina axa Sûrî û Îraqê ji parçekirinê bêyî beşdarbûna Kurdan ne gengaz e.
Tşîgov di hevdîtineke rojnamevanî de diyar kir, ku hin welat hewl didin Kurdan ji Cinêv-3 dur bixin û ew vê yekê berjewendiyên xwe pêk tînin.
Herwisa Tşîgov got, ku Rûsya û Emêrîka herdem piştgiriya beşdarbûna Kurdan di danûstandinan de dikin, lê hin welat di grûpa hevalên Sûryê de hene, ku naxwazin Kurd beşdarî danûstandinên Cinêv-3 bibin, da ku berjewendiyên xwe pêk bînin û tekez kir, ku parastina axa Sûrî û Îraqê ji parçebûnê bêyî beşdarbûna Kurdan çê nabe.
التعليقات (0)