19 partî û rêxisitnên di bin sîwana Rêvbiriya Xweser û Encûmena Sûriya Demokratîk de nevexwendina wan bo kongirê Cinêvê şermezar kirin û dane diyarkirin, ku eger vexwendin ji wan re neçe, dê kongir têk biçe.
Di riya kongirekî rojnamevanî de, hejmarek partî û rêxisitn, herwiha hin partiyên Lêvegera Siyasî ya Kurdî yên di bin sîwana Rêvebiriya Xweser kar û pîvanên lidarketina kongira Cinêvê nerixandin û dane diyarkirin, ku eger ti vixwendin ji wan re neyê şandin, ti wate û serkeftin ji kongirê Cinêvê nîn e û tekez kirin, ku sedema nevexwendina wan, dûrxistina Kurdan ji kongirê Cinêvê ye û bi vê yekê ti serkeftin ji kongir re nîn e.
التعليقات (0)