Muslim: Tirkyê nebûye sedema nebeşdarbûna me di Cinêv 3 de

Muslim: Tirkyê nebûye sedema nebeşdarbûna me di Cinêv 3 de

Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokrat PYDê Salih Muslim got, ku Tirkyê li hember beşdarbûna wan a civîna Cinêvê roleke neyînî pêk aniye, lê ew nebûye sedema nebeşdarbûna partiya wî di wê civînê de.

Muslim got: “Gereke me li ser maseya danûstandinan cihê xwe girtiba, lê riya me hatiye girtin. Ez ne bawer im, ku bêyî me çareserîyek were dîtin”. Muslîm diyar kir, ku her çendî rola Tirkyê li hemberî wan neyînî be, lê biyara nebeşdarbûna wan ne ji aliyê wê ve, lê belê ji aliyê Emerîka, Rûsya, Netewên Yekbûyî û Stivan Dîmistora ve hatiye dayîn.

Li aliyekî din Muslim şîrove kir, ku her aliyê dixwazin çareserî li Sûryê pêk were divê ji bo beşdarbûna wan îsrar bikin û îsrara Rûsyayê  ya jibo tevlîbûna PYDê di civîna Cinêvê de, di vê çarçoveyê de bû.

 

Tê zanîn, ku nakokî li ser beşdarbuna PYDê di civîna Cinêvê de çêbubûn, lê nûnerê Neteweyên Yêkbûyî ji bo Sûryê Dîmistora got, PYDê beşdarê civînê nabe. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات