Pisporan ji Rêxistina Tendurisiyê ya Navnetewî bang kirin, ku zû gav li hember taya ’’Zîka" werine avêtin berî, ew belav bibe û wergere nexweşiyeke cîhanî.
Li gorî pisporan, ji Rêxistina Navnetewî tê xwestin, ku vîrûsê ’’Êbola" jibîr nekin û berya yê ’’Zîka’’ jî weke wî belav bibe, ew rê li ber bigirin. Pisporan herweha gotin, ku gengaz e qutaniyek bo vî vîrûsî were çêkirin, lê jibo ew amade bibe, 10 sal gerek in.
Hêjayî gotinê ye, ku vîrûsê ’’Zîka" di Gulana 2015an de li Brazîlê derket û tevlîheviyeke mezin li wir afirand û ji wir ber bi rojaayê cîhanê ve belav bû. Îro, ew nexweşî li 21 welatan heye. Li Emerîka 6 kes û herweha li Denmark, Swêd, Swîsra û Îtalyayê, hinên din bi vê nexweşiyê hatine tomarkirin.
Berjengên vê tayê jî ev in: germahiya zêde ya laş, dilxelan, verşandin, serêş, kulbûna çavan, sorbûna çerm, êşa movikan û aloziyên dehandinê. Lê dibe carina ev berjeng li cem hin kesan diyar nebin.
التعليقات (0)