Bikarînerên malperên civakî ji aktorê spî di rola ’’Şahê Popê’’ de nerazî ne

Bikarînerên malperên civakî ji aktorê spî di rola ’’Şahê Popê’’ de nerazî ne

Nûçeya bijartina aktorê Brîtanî yê spî Cozêf Faynz bo pêkanîna rola ’’şahê Popê’’ Maykel Cakson rastî nerazîbûneke mezin ji aliyê bikarînerên malperên civakî ve hat.

Bikarîneran dilgiraniya xwe li hember bijartina lîstikvanekî spî di rola stranbêjê Emerîkî, xwedî nijadê Afrîkî Maykel Cakson di fîlmekî de nîşan dan. Fîlmê televizyonî, li ser bingeha bûyerke rasteqîn dê were çêkirin, ku tê de ’’şahê Popê’’ ligel Elizabet Taylor û Marlon Brando, di sala 2001ê de geşteyek li ser riyên Emerîka çêkiribûn.

Li gorî jêderan, bikarînerên malperên civakî nerzaîbûna xwe li hember bijartina aktorê spî nîşan dane, nemaze ew di demekê de tê, ku rexneyên giran li hember nûnerên xelatên Oskar têne ragihandin, jiber di nav wan de, îsal tenê aktor û aktrîsên spî hene û yên reş di ser guh re hatine avêtin. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات