Hevrêzkarê desteya rikberiyê Riyad Hicab da zanîn, ku rikberiyê lîsteyek bo xwestekan pêşkîşî şandeyê NYê Stîvan Dîmistora kiriyê ew li hêviya bersivê ne û ew xwestek ew in; beşdarbûna lîsteya Rûsiya, rawestandina êrîşên Rûsî û yên rêjîmê û şkandina dorpêça sivîlan, herwiha avakirina Hikûmeteke veguhestî. NYê jî ji aliyê xwe ve li gorî jêderekî ji nava rikberiyê helwesteke erênî li ser xwestekan daye nîşan.
Li hêleke din û derbarê beşdarbûna PYDê an jî Salih Muslim di heman danûstandinan de, ta niha, li gorî jêderên nêzî Muslim ti vexwendin ji wan re ne çû ye, lê xuya ye Muslim bo Cinêvê nayê vexwendin, bi kêmanî di astên pêşî de û ew yek li ser zarê berdevkê fermî yê bi navê wezareta Derve ya Emerîkî Mark Toner, dema ku ragihand û got PYDê beşdarî Cinêvê nabe. Herwiha ji aliyê xwe ve hevserokê hevbeş ê Encûmena Sûrya Demokratîk Heysem Menai û piştî vexwendina wî weke kesayetiyeke serbuxe û ne bi navê Encûmena Demokratîk, Menai diyar kir ku ew beyî Muslim û Ilham Ehmed beşdarî Cinêvê nabe.
Cîgirê wezîrê derve yê Rûsî Gênadî Gatîlov ew yek eşkere kir, ku texmîn heye nûnerên PYDê di astên din de beşdarî danûstandinan bibe.
التعليقات (0)