Jibo PYDê, MSDê jî di civîna Cinêvê de beşdar nabe

Jibo PYDê, MSDê jî di civîna Cinêvê de beşdar nabe

Hevserokê Meclisa Sûrya Demokratîk MSDê Heysem Menna, vexwandna nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûryê Stefan Dîmistora ji bo civîna Cinêvê red kir.

Di rojên derbasbûyî de, nûçe û agahiyên cuda li ser vexwandina hevserokê PYDê Salih Muslim bo heman civînê dihatin belavkirin, lê herî dawî Muslim ragihand, ku ew nehatiye vexwandin. Hevserokê MSDê Heysem Menna, ji aliyê xwe ve ragihand, ku wî vexwandname jibo beşdarbûna di civîna Cinêvê de wergirtiye lê jiber, ku PYDê nehatiye vexwandin, dê ew jî beşdar nebe.

Hêjayî gotinê ye, ku ev çend roj in rayedarên Tirk gefa wê yekê dixwin, ku eger PYDê tevlî civîna Cinêvê bibe, welatê wan dê wê civînê boykot bike û dibe ev yek bûbe sedema, ku PYDê nehate vexwendin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات