Tu nikarî ji xwe rabî? va ye çareserî!

Tu nikarî ji xwe rabî? va ye çareserî!

Di nav hewldanên razîkirina bikarînerên xwe de, ’’Microsoft’’ li ser bernameyeke nû dixebite, ku dê alî xewgiranan bike.

Di dema telefonên zîrek de, hema her kes wan bo şiyarkirina ji xewê bikar tîne, lê pir kes jî hene, ku bernameyên şiyarkirinê vedimirînin û xewa xwe berdewam dikin. Li hember vê yekê, Microsoft bernameya bi navê ’’Mimicker’’ bo telefonên ’’Android’’ çêkiriye. Dema alarm destpê dike, dê ew berdeam bike û ta bikarînerê wê, lîstekekê bidawî neyne, dê ew neraweste.

Di vê bernameyê de, 3 lîstik hene û jibo bikarîner karibe wê rawestîne, divê ew yekê ji wan lîstikan li gorî bijartina xwe bidawî bîne. Dibe ew jişandina wêneyeke kesî an jî sêlfî be, yan jî kişandina wêneyeke rengekî be yan jî xwendina hin nivîsan be.

Tenê piştî pêkanîna erkê xwe, dê alarm raweste û dibe êdî wê demê mirov şiyar bûbe û nema karibe li xewê vegere. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات